
“Ka bavê min kanî?!”, pirseke rojane dubare dibe, ku “Meqbûla Sîno” (53 salî) ti bersivê jê re nabîne, her dema ku keça kurê wê yê koçbar “Kêvda” li sedema nexuyabûna bavê xwe bo demek dirêj dipirse.
“Meqbûla” dayika pakrewan “Hekîm Heso” ye, ku di şerê berevanîyê yê di ber bajarê Serê Kanîyê de, li himber êrîşa Tirkîyê û komên Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyayê, di cotmeha sala 2019an de, di 28 salîya xwe de şehîd ket, û hevjîna xwe û du zarok li pişt xwe hêlan.
Bi çavine tije hêsir û dilekî bi keser “dayika Hekîm”, xemên jiyana xwe bi Kovara (Şar) re parve dike, û dibêje: “Berî derdora 10 salan, hevserê min jiyana xwe jidest da, û li pey xwe 7 zarok di stûyê min de hiştin, û min wan bihost bi bihost xwedî kir, û tevî zor û zehmetîyan, ez kêfxweş bûm dema ku li ber çavên min mezin bûn, û çûn dibistanan û zanîngehan, herwiha Hekîmê min zewicî jî û du zarok jê re çêbûn, û êdî ez di heman demê de, ji wan re dê û bav jî bûm”.
Çîroka mêrxasî û şehîdbûna “Hekîm”, ji bîra dayika wî naçe, û ew li wêneyê wî, ku bi rîbaneke reş hatiye girêdan, dinêre, û bi dengekî kelogirî dibêje: “Dema ku êrîş li ser Serê Kanîyê dest pê kir, kurê min Hekîm wekî her Kurdekî mêrxas ji Serê Kanîyê rahişt tivinga xwe û berê xwe da qada şer, da ku berevanîyê di ber bajarê xwe de, bike, bajarê ku wî ji kanî û zevîyên wê vexwaribû”.
Bi hatina duyemîn bîranîna salvegera dagîrkirina Serê Kanîyê, birînên Diya Hekîm der dibin, ji piştî ku mala xwe, û perçeyek ji kezeba xwe jidest da, û penaberî ji para wê û zarokên wê ket, ku li barê vê ji (Şar) re dibêje: “Hekîmê dilê min ji jiyanê bar kir, û dûrî ax û kanîyên bajarê xwe hate binaxkirin, û niha hevjîna wî, û her du keçên wî yên biçûk, Kêvda û Hêvî, li Qamişloyê, bi min re dijîn. Her sibeh, dema ku ez çavên xwe ji xewê vedikim, ez li wan dinêrim, çavên min hêsiran dibarînin, ji xwe re dibêjim: “Gelo ma çi gunehê ev her du zarokan e, ku bê bav bijîn, û çi gunehê dayika wan a ciwan e, ku ji hevserê xwe bêpar bimîne, ma ev ne guneh e?”.

Wekî tevahîya koçberên Serê Kanîyê, dayika Hekîm jî nikare vegere bajarê xwe, ji ber nebûna ewlehîyê û herwiha encamdana binpêkirinan ji alîyê Tirkîyê û komên dijberîya Sûrîyayê ve, ku rêxistina “Hevdestî” a Qurbanîyên Êrîşa Leşkerî Ya Tirkîyê Ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê belge kir, di heyama du salan de ji dagîrkirina Serê Kanîyê û Girê Sipî, bêhtirî /175/ hezar kes ji her du bajaran bi neçarî hatin koçber kirin.
Dayika Şehîd Hekîm û malbata wî weke hezarên malbatên koçber ên ji Serê kanîyê nikarin vegerin bajarên xwe, ew niha li bajarê Qamişloyê dijîn, di derfetên jiyanî yên zehmet de derbas dibin, ji hemû alîyan, û zehmetîyan di vê buhabûnê de jî dikşînin, pirranî di alîyê kirêkirina malan de. Niha jî di derfetên pirr zor dijîn piştî ku kurê wan şehîd ket.
Dayika Ş. Hekîm dibêje ku zarokên Hekîm biçûk in û pêwistîya wan bi xwedîkirineke taybet heye piştî wendabûna bavê wan.
“Ez hewl didim ku ez hemû pêwîstîyên wan bi dest bixînim û wan bi kêmasîyê nehisînim ne ew û ne hevjîna wî”.
“Ji dema koçberbûna me ev mala çarem e ku em diguherînin ji ber buhabûna kirê û nekarîbûna me li ser dana pereyan”.
Hêvîya Meqbûla ya mayî ew e ku vegere bajarê xwe û kurê xwe vegerîna Serê Kanîyê û di bin axa wî de veşêre, tevî ku “birîna dilê wê dê her bimîne û sax nabe” her wekî ku dibêje.