
Li odeyekî ku boyaxa wê ji ber hev çû ye, û çend wêneyên meleyên mala Şêx li orta dîwarên wê hatine daliqandin, û telfizyonek biçûk jî li jêra wan hatiye danîn, Hesen tevî pantelonê xwe yê leşkerî û kenzeyek reş li qorzîka wê xwe dirêj kiriye û li nûçeyên nava rojê temaşe dike.
Li taxa Enterîyê ya bajarê Qamişloyê Hesen jiyana xwe qedandîye, niha temenê wî 22 sal in, riha xwe kur nake lê dem dem kin dike, ji xwe kesên di temenê wî de ji vê modêle hez dikin û li van deveran wekî nîşaneyek zilambûnê ye. Tevî ku zêdeyî bîst salan Hesen li Sûrîyayê dijî, lê heta niha nasnama wî tune ye!! û wekî kesên “Mektûm” tên nas kirin.
Belkî ev tişt ji bo kesek biyanî pirr seyir be, lê gellek kesên mîna Hesen li Sûrîyayê hene, nexasim Kurd, ku rêjîma Baes a desthilatar di serjimarîya ku di 22ê tebaxa sala 1962an de pêk anî bi deh-hezaran ji wan bê nasname hiştin.
“Ez, birayê min û xuşka min, her sî di heman rewşê de ne, em bê nasname ne, tevî ku di 15 salîya xwe de ez çûm nifûsê û deh tilîyên destê min di nava hibira şîn de dakirin da ku ez nasnameya xwe bigrim lê her dema ez diçim heman bersiv li bende min e; ew jî hîna ne hatiye”.
Hêvîya Hesen a girtina nasnameyê têk çûye, tersî bavê xwe yê heta niha hewildanên xwe dike û ji kesekî berê xwe dide yekî din ên sozan didin, lê ew soz dibin toz û di encamê de zarokên wî di nifûs û fermîyetê de tune ne.
Halê hazir bav li bende gotinên hevalekî xwe ye, ku peywendîyên wî yên baş bi hikumeta Sûrîyayê re hene û xwe wekî simsarê vî karî dide nasîn, li ser sozên wî Hesen dibêje ku her roj ew dibêje îro yan sibe; lê ew roja em li bende hîn nehatiye.
Hesen zêde agahîyan ser sozên dawî yên hevalê bavê xwe nizane û dibêje “Bavê min pê re di peywendîyê de ye”, û radihêje çixareya xwe ji xwelîdankê û nefeseke giran lêdixe.
Di destpêka şerê navxwe yê Sûrîyayê, serokê rêjîmê biryara dayîna nasnameyê ji bo Kurdan da, ku wê demê dixwest Kurdan bi alîyê xwe ve bikşîne. Hejmarek baş ji kesên ku bê nasname bûn nasnameya ku li ser nivîsî ye “EREBÎ SÛRΔ wergirtin, lê dîsa jî gellek ji wan bê nasname mane, Hesenê Kurd jî yek ji wan e.
Nebûna nasnameyê bûye sedem ku Hesen nikare bi rehetî derkeve û dibêje “berî çend salan ji min re karek li Libnanê hat lê ji ber nebûna nasnameyê min nikarî ez herim”.
Li gorî rapora (Sûrîyayîyên Bo Rastî û Dadmendîyê), ya ku di dawîya sala 2019an de hate weşandin, hejmara kesên bê nasname (yên mektûm), hetanî sala 2011an, gihaştîye /171300/ kesî, jê dora /50400/ kes nasname wergirtine, û dora /41000/ hîn wernegirtine, jixwe dora /5000/ kes jî serdana sazîya nasnameyan nekirine.
Li gorî qanûna sûrî kesê (Mektûm) nikarin tiştekî ser navê xwe deynin, û ne dikarin xwendina xwe temem bikin, û ne belgeya zewacê bidest bixin, yan jî biçe derveyî welat; anku ew ji van mafan pê barin, û weke hevwelatîyekî nayê naskirin.
Ehmed (kesek bi vî navî xwe da naskirin), yê 50 salî, ji Şar re da xuyakirin ku ji ber ew bê nasname ye nikare milkê xwe li ser navê xwe deyne, “ji ber wê ez li ser navê hindek meriv û hevalên xwe yên cihê bawrîyê deydinim”.
Ehmed, yê ji bajarê Qamişloyê, da zanîn ku ev pirsgirêka wan gihaşîtye zarokên wan jî, lew re wî di sala 2012an de dest bi sererastkirina rewşa xwe kir da ku nasnameya sûrî werbigre û zarokên xwe ji vê pirsgirêkê reht bike.
“Bi rastî tev li ku min parêzerek jî bo vê mijarê erkdar kir, lê min gellek pereyên din (reşwe) dan hindek kes ên ku di sazîya (nifûsê) de kar dikin”, Ehmed bi van gotinan rewşa xwe dianî ziman û got: “Heta aniha jî me hîn nasname wernegirtîye, ji ber gendelî li sazîyên hikûmetê pirr e, û ev tişt her kesê ku li sûrî dijî xweş nas dike”.
Kesê bê nasname (Mektûm), ew e yê ku hebûna wî ya qanûnî tune ye; tenê bi pelekê ya ku ji muxtarê taxan muhrkiriye (belgeya nasînê), tê nasîn. Jixwe ev pel jî di sazîyên hikûmetê te nayê qebûlkirin.
Semîra (xwest xwe bi vî navî bide nasîn) ya 35 salî, ji Şar re da zanîn ku min nikarî bû xwendina xwe ji ber vê yekê berdewamkiriba. Semîra got: “Dema ku min xwest ezmûnên bekelorya pêşkêş bikim, sazîya ezmûnan kerta derbasbûna ezmûnan neda min, ji ber ku ez bê nasname me, û wan jî guh nedan pela min a ji cem muxtar”.