
Partîya siyasî berhemeka xwerû şehrewerî ye; anku gerek e li bajaran û bi dest û ramanên kesinên bajarî bê damezrandin û avakirin, ji ber ku sîstema partîyê xelkê ne li ser asta xwîn û merivantîyê -wek çawa li gund û gundewaran- lê li ser asta yekramanî û yekberjewndîyê digihîne hev.
Ev xala pêşî derî li ber gellek pirsan vedike û li gor bersivên wan pirsan mirov dikare çêkirin û hebûna partîyên siyasî li welatên Rojhilatê bi giştî, û li nav kurdan bi taybetî, fêm bike û binirxîne:
Ka gelo bajar çi ye? Ka kesê bajarî kî ye? Gelo çi gundê ku mezin bibe, anku mal û xelk lê zêde bibin, dibe bajar yan na û gelo çi kesê ku taxim û karavat li xwe kir û xwarina xwe li ser maseyê xwar dibe bajarî yan na? Gelo gundîtî niştecîbûna li gundan e yan asteka pêşketina bîrwerîyê ye?
Bi nêrîna min, bajar ne “şêweyê jiyanê” ye wek ku belav bûye û hatiye naskirin, lê “şêweyê hevjiyanê” ye, wate şêweyê têkilî û pêwendîyên di navbera niştecîyên deverekê de ew e pîvana ku ew cî bajar e yan na, û awayê raman û fikirîna kesan pîvan e ku ew kes çolber in yan gundî ne yan bajarî ne …
Rast e li welatên Rojhilatê gellek paytext û bajar di dîrokê de hatin avakirin û naskirin, lê ew bajarine kevn û dîrokî bûn û li gor dema xwe bûn, lê bi akama tenêbûn û goşegirî û dagîrbûyîna dûvdirêj ew bajar kevn û dîrokî man û di hindirê xeleka xwe de li dor xwe zîvirîn û qet nikarîn derbasî dema nuh bibin, dema nûjenkirina bajarên kevn û afirandina bajarên nuh, dema dewletên sînordar û hevwelatîyên nasnamedar.
Ew bajarên kevn, bi berbanga sedsala bîstem re, li ber dengê topên ewropîyan ji xewa giran şiyar bûn û nêrîn ku va dunya ne ew dunya ye û tank û top û tufeng ketine şûna şûr û tîr û riman, zanist ketiye şûna olê û parlement şûna mîr û xelîfeyan û partîyên siyasî li şûna maqûlên tax û gund û wilayetan e.
Rojhilatîyan xwest hawê rojavayîyan bikin rabû wan jî weke wan berê xwe dan çêkirina sazîyên nuh: Dewlet, destûr, qanûn, sînor, demokrasî, partî, ragihandin û dezgehên kargêr û rêveberîyê, lê bê ku zanibin ka ew têgih li welatên Rojavayê çawa şîn hatin û çima çêbûn.
Rojhilatîyan tenê nav birin, lewra ew têgiha ji rê ve çûn û “partî” bû hevwateya encumana êlê û darê desthilatê li ser serên xelkê xwe. Ji alîyekî ve, partî tenê bi rêya nasîn û merivantîyê endam li xwe zêde kirin û ji alîyekî din ve, karên partîzanan bû weke karên leşkeran ku li ser jor û jêr û fermandarî û berfermanîyê avabûyî ye.
Yekemîn partîya kurdî li Sûryayê hate avakirin sala 1957 bû, anku di nava wan her çar salên ku di dîroka Sûryayê de bi navê “Cejna demokrasîyê” têne naskirin (1954-1958).
Damezrandina Partî ne encama hewcedarîyeka gelêrî bû, ne jî li dûmahîya qûnaxa pêşketineka civakî, ramanî, pîşesazî bû; lêbelê tenê ew bi sedema rabûna pêla damezrandina partîyan li wê deverê bû, û bi taybetî di bin bandora kar û xebata Partî Demoqratî Kurdistan (PDK)ê, ku ji Kurdistana Iraqê nav û dengê xwe li seranserî cîhanê belav kiribû wê demê.
Jixwe, berî bîst sal bibuhirin, ew Partî bû bîst partî û her yekî ji wan şûrê nakokî û dijminahîyê li ber pozê hevalê xwe yê kevn rakişand û di wê qerebalix û gêreyê de koka meselê hate jibîrkirin û doz bû ka kîjan partî ya resen e û kîjan rêbaz rast û dirusttir e, û kîjan serok hêja ye ku milet xwe bi delingên wî ve daliqîne.
Bi wî mejîyê gundî bi xwe, partîyên kurdî guh dan jimarê, lewra ew bi giştî heta roja îro mane xemxwerê “avakirina partîyê” ne “avakirina yê partîzan”. Ew bîrokeya feyodal ku “zorberî bi pirrbûnê ye” hîn ji serê siyasetvanê kurd derneketiye, û bîrokeya berjewendîya partîyê di ser a gel û welat re ye û her tişt di ber xurtkirina partîyê û pûtkirina serokê partîyê bû karê sereke.
Di vê gêreyê de, malbat û êlên mezin dewlên xwe dahiştin bîrê û arezûya di dilan de bû gotinek di devan de “em ne kêmî wan in, ka em jî ji xwe re partîyekê çêkin ku em carcarê li hev vehewin û em jî nanekî ji tenûra desthilatê bi dest xwe bixin”, û bi vî rengî hêmana xwîn û merivantîyê dîs bû pîvana sereke û bêhiş, nezan û bêkaran şûna zana û şehrezayan girt.
Di navbera salên (1957 – 2021) de, partîyên kurdî qaşilên xwe parastin, lê mixabin wan nikarî tu pêşketinê bo doza kurdî pêk bînin ne li welatên ew lê û ne li qadên navneteweyî, û ya kambaxtir ew e ku wan nikarî “giyanê miletperwerîyê” di nava endamên xwe de biçînin û ne jî wan fêrî zimanê dê bikin.
Li gor serborîyê, a rast ew bû ku kurdan sala 1957 komeleyên civakî – rewşenbîrî damezrandibana û doza xwe ya neteweyî bi nifşê xwe yê nuh bidaya naskirin.
A rast ew bû ku wan kesên bijarde kar kiribana ku miletê xwe ji qonaxa “hestê neteweyî” bigihînin qonaxa “bîrwerîya neteweyî”, wê çaxê partîyên siyasî dê li ser bingeheka gewr ji ber xwe ve hatibana avakirin û bê guman rewş îro dê ne ev ba…