Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
KERTA PÎŞESAZÎYÊ LI CIZÎRÊ, DI NAVBERA HÊVÎYAN Û KELEMAN DE – Kovara Şar

Tevî ku herêma Cizîrê wekî “Selika xwarinê” ya Sûrîyayê tê nas kirin, ku tevahîya gencîneya dexlûdan, ji genim, pembo, û ceh berhem dide, her wiha samanên sewaldarîyê, û %80 ji petrolê û xaza xwezayî ya wî welatî li xwe digre, lê berî destpêka şoreşa Sûrîyayê, xwedî para herî kêm a pêşdeçûnê di kertên pîşesazîyê û xizmetkarîyê de bû, lewra di sala 2010an de, rêjeya bêkarîyê li herêma Cizîrê/Parêzgeha Hesekê gihişt %40, çi ku desthilatên Sûrîyayê yên li pey hev dest dantinîn ser xêrûberên herêmê, bêyî ku ti sûdê bighînin xelkên wê.

Bandora cengê û pêlên penaberîyê, piştî sala 2011an, alozîya aborî li herêma Cizîrê gurtir kir, nemaze ku herêm ji dorpêçana aborî, û ji şer û êrîşan bêpar nema, çi ji alîyê rêxistina Daişê ve, û çi jî Tirkîyê û Komên dijberîya Sûrîyayê, lê tevî wilo jî, Rêveberîya Xweser a ku herêmê ji sala 2012an ve bi rê ve dibe, di salên çûyî de hewil da kirîza aborî ya ku herêm tê de derbas dibe sivik bike, û berovajî ku desthilata Sûrîyayê berê dikir, wê rê da ku Kargeh û pîşegehên taybet li herêmê çêbibin û kar bikin, her wiha wê bi xwe jî, hin kargehên giştî saz kirin.

Zêdebûna Kargehan û Pîşegehan

Di heyama deh salên dawîyê de, û ji ber ku herêmên Rêveberîya Xweser ji herêmên din ên Sûrîyayê, bi rêjeyeke baş biewletir bûn, bi dehan Kargeh û pîşegehên cihêreng li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê hatin saz kirin, û ji nav wan zêdetir ji 600 Kargehên taybet û yên giştî li herêma Cizîrê ye, li gorî desteya aborî û çandinîyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser.

Hevseroka Hevbeş a Desteya Aborî û Çandinîyê li Herêma Cizîrê, Hedîya Elî, li bara pilanên Rêveberîya Xweser bo geşpêdana kerta pîşesazîyê li herêmê ji (Şar) re dibêje: «Berovajî dema rêjîma Sûrîyayê, em îroj rê didin bo sazkirina kargehan û pîşegehan, bi armanca pêkanîna têrahîya xwemalîyê, û peydakirina derfetên kar ji xelkên herêmê re».

Tevahîya Kargeh û Pîşegehên ku li herêma Cizîrê hatine saz kirin, yên biçûk û orte ne, û bêhtirê wan jî kelûpelên xwarinê, alavên avakirinê, şekir û şêranîyê, û alavên paqijkirinê berhem didin, ku kelûpelên xwecehî, bi nirxine erzantir li bazaran berdest dikin, û her wiha derfetên kar ji hezarên kesan re peyda dikin, li gorî hevseroka hevbeş a desteya aborî û çandinîyê.

Cûrebûna Kargeh û Pîşegehan

Kargeh û Pîşegehên ku li herêma Cizîre hatine saz kirin cûrbicûr in, ji nav wan: Kargehên çêkirina tûrikên naylonî, yên keresteyên ji lastîkê, yên Oksicînê, yên keblên eliktrîkê, yên boyaxa dîwaran, yên êm, yên mast û penêr, yên çêkirina kerevaneyan, û yên şehmê û zeyta kanzayî hene.

Kargeha (MB) ya taybet bo çêkirin û dagirtina şehmê û zeyta kanzayî (Ya makîneyan), li gundewarên bajarokê Tirbespîyê, di sala 2018an de hate saz kirin, û bi awayekî rojane 5 tonan ji şehmê û zeyta makîneyan berhem dide, û li tevahîya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê belav dike.

Xwedîyê Kargehê, Mihemed Salih Hemo, li nav amûrên kargehê digere û wan bi destê xwe tekûz dike, û dibêje: «12 karker li vê kargehê kar dikin. Em keresteyên sade ji derveyî Sûrîyayê tînin, û ji nav berhemên me, qutîkên 1 litr, 4 litr, 5 litr, û 20 litr, û bermîlek (200 litr), ji şehmê û zeyta makîneyan hene».

Her wiha, ji bo xemilandina avahîyan, kargeha “Dîmeşq” ya taybet li bajarê Qamişloyê, tevahîya cûreyên kevirên xwezayî, mermerî, û yên giranîtê çêdike, û 10 karker tê de kar dikin, li gorî xwedîyê wê “Qehreman Temo”, ku ji sala 2004an ve di warê avakirinê kar dike.

“Temo” çavdêrîyê ser karê kargehê dike, ji pîvanên kevirên ku tên birrîn teqez dibe, da ku berhem bi rêkûpêk bin, û ji (Şar) re dibêje: «Em kevirên sade ji Îran, Çîn, Hind, Misir, û Tirkîyê tînin, paqij dikin, û dibirrin, ku rojane 25 mitreyên çargoşe ji kevirên xwezayî, û bi qasî wan ji kevirên mermerî, û ji giranîtê, ji bo derîyan, û pencereyan, û her wiha xemilandina avahîyan çêdikin».

Wêne: Izedîn Salih

Kargehên Giştî

Piştî zêdebûna hejmara kargehan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, di çend salên dawîyê de, Rêveberîya Xweser jî çend kargeh û pîşegeh li herêmê saz kirin, her wekî kargeha Zozan li Dêrikê, ku yekemîn kargeha şîremenî û penêr li herêmê ye, û di gulana sala 2021ê de hate vekirin.

Rêvebera giştî ya karge, “Nejbîr Mihemed” diyar dike, ku 50 karker û endezyar, ên ku pirranîya wan jin in li kargehê kar dikin, û ew rojane 4 tonan ji; mast, dew, û cûreyên penêr berhem didin, û her li gorî wê, ku berhemên wan li tevahîya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê tên belav kirin û firotin, bi armanca pêkanîna têrahîya xwemalîyê.

“Mihemed” ku kîmyager e, çavdêrîyê ser proseya berhemdanê li kargehê dike, û dibêje: «Em şîr bi rêya komeleyên xwe yên hevkarîyê ji xwedîyên çêlekan li gundên herêmê dikirrin, û li taqîgehê analîz dikin, vêca di piştre dişînin beşê berhemdanê li kargehê».

Li gorî rêvebera giştî ya kargehê Zozan, Du beşên kar ên cuda li kargeha Zozan hene, beşekî pîşesazî bo çêkirina qutîk û qapaxên ji lastîkê ye, û beşekî berhemdanê bo çêkirin û dagirtina berhemên şîremenîyê bi awayekî xwegêrî ye, û hilanîna wan di avsarkan de.

Wêne: Ajansa Hawar a Nûçeyan

Her wiha di 26ê çileya 2021ê de, Rêveberîya Xweser yekemîn kargeha çêkirina zeyta xwarinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê saz kir, ku rojane 300 ton zeyt berhem dide.

Kargeha “Gula Zêrîn” ya çêkirina zeyta xwarinê li gundê “Girbawîyê” li gundewarê Qamişloyê hate vekirin, û ji alîyê “Dezgeha El-Hesen” ve tê birêvebirin, li gorî girêbesteke pênc salan di navbera Rêveberîya Xweser û dezgehê de.

Rêveberê Dezgeha El-Hesen, Ehmed Hesen, ku dezgeha wî ji salên pêncî yên sedsala çûyî ve li Efrînê kar dikir û şaxên wê li Ewropayê û Çînê hene, diyar dike ku wan tevahîya kereste û makîneyên kargehê ji derveyî Sûrîyayê anîne, û ji (Şar) re dibêje: «Tevahîya makîneyên me bawernameya (Iso) hildigrin, ya sîstema rêvebirina duristbûn û pîvanokan, ku ji alîyê rêxistina navdewletî ya pîvanokan derdikeve».

Kargeha “Gula Zêrîn” a zeyta xwarinê derdora 300 derfetên kar li herêma Cizîrê peyda dike, û dê zeyta pembo, ya garis, ya berbero, ya kuncî, ya soya, û ya zeytûnan, û rûnê xwarinê berhem bide, û her wiha dê “Sabûn” ji proseya parzinandina zeytê bê derxistin, her li gorî rêveberê kargehê.

Wêne: Ronahi Net

Hêvî û Kelem

Bi rêya pirojeyên aborî, Rêveberîya Xweser hewil dide ku barê hilweşîna aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê sivik bike, nemaze ji pîştî gefên Tirkîyê yên berdewam li ser herêmê, û daketina berbiçav a nirxê lîreya sûrî li hember diravên biyanî.

Lê tevî wilo jî, gellek kelem û zehmetî li pêş pêşdeçûna kerta pîşesazîyê li herêmê derdikevin, wekî zehmetbûna peydakirin û anîna keresteyên sade ji derve, û stendina gumrikê li bêhtirî cihekî, ku dihêlin ew kereste û berhêmên ku ji wan çêdibin buhatir bibin, û bigihên nirxeke nêzîkî nirxê berhemên ku ji derveyî Sûrîyayê tên.

Mihemed Xêr Hemo, xwedîyê kargeha (MB) ya çêkirin û dagirtina şehmê û zeyta kanzayî, li bara vê yekê dibêje: «Em keresteyên sade ji derve di rêya herêma Kurdistanê re tînin, û em li wir û li vir jî gumrika wan didin, vêca nirxê keresteyan li ser me duqat buha dibe, û pê re berhemên me jî buha dibin, û sûdegirtina me kêm dibe».

Li alîyekî din, kêmbûna destên zana yên karkirinê, di hin karên pîşesazîyê de, zehmetbûneke din e, ku kargehên herêmê wê dikişînin, zêdebarî gellek zehmetîyên din, her wekî kêmbûna eliktrîkê û xizmetkarîyên giştî, û buhabûna nirxê sûtemenîyê û yê perçeyên yedek.

Tevî hewil û pêşketinên heyî di warê pîşesazîyê de li herêma Cizîrê, hîn jî kerta pîşesazîyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê biçûk e û nikare ku berfirehtir bibe, û ji sedemên vê yekê, sermîyanên pereyan yên xwecehî newêrin agirbazîyê bikin, û berê xwe didin pirojeyên bileztir û ewletir, her wekî warê kirrîn û firotina xanûberan, û her wiha kêmbûna hêsanîyan û piştevanîya sazîyane ji alîyê desteyên Rêveberîya Xweser ve, dibe rêgir li pêş vebûna pirojeyên mezintir, lewra sermîyanên xwecehî bi tirs û haydarî pirojeyan li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê cî bi cî dikin, û naxwazin ku pereyên xwe bixin metirsîyê.

Vekirin û pêşxistina pirojeyên biçûk û yên orte gellekî girîng e, û bi sûdeke baş di warê aborî û yê civakî de li ser herêmê vedigere, çi ku ev piroje dibin alîkar ku kelûpelên xwecehî li bazaran peyda bibin, her wiha rêjeya bêkarîtîyê kêm bibe, lê li gor aborînasan divê ku hin pilanên stratîcîk ji alîyê Rêveberîya Xweser ve bên danîn da ku hevsengî di cûrebûn û belavbûna xaknîgarî ya van pirojeyan de li herêmê çêbibe, bo ku bibin alîkar di proseya geşpêdana aborî de.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170