Monday , 18 December 2017

Author Archives: Shar

LEŞKERÊN PAQIJIYÊ

_MG_0446

Rodî Hemê: Tê gotin ku carekê li Japonê zarokekî bi aliyê bavê xwe de bazda û got: Bavo, bavo wa xwedanê gemarê hatiye ji bo gemara xwe bibe, bav ji kurê xwe re got: Na kurê min na! Em xwedanê gemarê ne, lê ew hatiye qirêj a me pagij bike. Bêguman ku em hinekî di wateya gotina bav de raman ... Read More »

Nanpêjgeha Miftî

001010233234

Salar Salih: Her sibeh şêniyên taxa Miftî naçar ji xewa xwe yî şêrîn şiyar dibin, û berî didin nanpêjgeha Miftî da ku nanê zikê xwe bidestxînin, nanpêjgeh li orta taxê dikeve, hîn kirîza bidestxistina nan wek arîşeyeke rojane xwe dide pêş, tabûrek dirêj ji mirovan, jin û mêr li pêşiya nanpêjgehê radiwestin, li hêviya ku nanê xwe bidest xînin, hin ji ... Read More »

REWŞA ÇANDINÎ Û BEXÇEYAN LI HERÊMA CIZÎRÊ

IMG_9011

Ebas Mûsa Herêma Cizîrê tê naskirin wekû deverek ku miletê wê bi piraniya xwe çandiniyê dikin (Genim–Ceh–Kemûn–Nîsk–Nok–Kijnîj…HTD), lê heger ku piraniya wan çandiniyê dikin, naye wateya ku yên çandiniyê nakin ne girêdayî ne bi wê ve; Ji ber Herêma Cizîrê bi tevahiya danûstandina xwe ya bazirganî jî girêdayî ye bi vê tevgera çandiniyê, li seranserî bajarên rojava û bi taybet ... Read More »

BÊZANDINÎ GOTARA NEHEZKIRINÊ ERKEK RAGIHANDINÎ Û SIVÎL E

op5653533

Di dema ku tenê karên dozgirên aştiyê û çespiandina nirxên demoqratane hate civandin di kargehin rahînane û xelekên hevpeyvînê de, yan hindek kampanya û gotarin di rojnameyên xwecihî de bo “belavkirina hişyarî û çanda hevjiyan û aştiya navxweyî di navbera hemû pêkhateyên civakê de”, emrazên ragihandinê yên ku gotara nehezkirinê belav dike, ji serpirştgir û mîrên cengê hêz û pereyan ... Read More »

HEVPEYVÎN BI HELBESTVAN CIWAN QADO RE

Ciwan Qado

– Tu beriya şoreşê bi salekê ji Suriyayê derketî, û tu aniha li Almaniyayê dijî, despêkirina şoreşê li Suriyayê bi giştî, û li Rojavayê Kurdistanê bi taybet, çawa xwe di hiş û hestê de dît? Mirov bi xweza ya xwe û li jêr hêza instinkta xurû meyldarê guhertinê ye, û jixwe bi her awayî peyva “Şoreş”ê statoyekê yan kilîşeyeke amadekirî ... Read More »

BACEYA PEYDAKIRINA ELIKTIRÎKÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO

33e45533

Cîhad Derwîş Dengê kuxka xaltîka Recebê (ya ku lingên wê pûç e) metirsiyê li cem me çêdike, ne ji ber ku temenê wê mezin e, û ne jî ji ber ku nexweşiya penceşêra sîngê pê re heye, na, bi tenê  ji ber ku mala wê li kêleka cenetorê elektrîkê yê taxa wê ye, cenetorê ku elektrîkê dora 8 demjimêran dide ... Read More »

DAWIYA TIŞTEKÎ

hemmingwayposters

Nivîskar: Ernest Hemingway Wegerandin ji Inglizî: Azad Xalid Di rojên berê de kendava Hortons bajarokekî bo birrîna textan bû. Çi kesê ku li wê derê jiyan kirbû ji dengê birrekên mezin rizgar nebûye, ku ji Aşê li ber gola avê dihat. Salek hat ku perçeyên daran ji bo mebesta birrînê nema bûn. Gemiyên textan hatin kendavê û bi perçeyên Aş ... Read More »

MAMOSTE RAF’I LI QAMIŞLO DU KARAN DIKE Û PENABER NABE

asdtrwe

Ciwan Nebî: Roj li bazara Qamişlo diçe ava, Raf’i Ismaîl derçûyê zanîngehê û serpereştiyarê civakî di dibistaneke Qamişlo de, bo pêdiviyên jiyanê ji malbata xwe re pêşkêş bike neçer karekî din dike, li bazarê, li ser erebeyekê zêr û zîvên qelp difiroşe. Qerebalixa bazarê, westandina Raf’i, dengê tirimbêlan, tevî bayê rojavayê. Raf’i, bi cilên xwe yên bedew, bi ken, bi ... Read More »

ZERDEŞTÊ KAL “Di navbera felsefeya jiyanê û yekyezdaniyê de”

zarathustra2

Xweşnav Heso: Hozanyar Zeradeştê kal di jiyana xwe ya ramyarî û jîreyî de li sedema êşê û niyaza bedîtiyê mijûl û raman bû, ta gihişt ku ew li hemberî duyaneya Yezdanî ya beşdar rawestiya ye. Ji hêlekê ve Yezdanê çakiyê –Ehoramezda- û li hêla din Yezdanê bedîtiyê-Ehrîman-e, û ji van her du Yezdanan hêza afrandinê hate peydakirin. Ew her du ... Read More »

CIVAKA SIVÎL SEQET E

IMG_9651

Imran Yûsiv: Zanyarên civakî tekez dikin ku xweseriya civakî zû bi zû nayê guhertin, û demek dirêj jê re divêt ta ku guhertinekê berbiçav tê de diyar bibe. Gellek tişt hene bandorê li avakirina nirxên civakê dikin wek: (Bîr û baweriyên serwerdar, ayîn û ol, sîstema aborî û siyasî) û surişta avahiya civakê (êlî- koçerî-çandinî-pîşesazî-….) kîjan ji van bandora wê ... Read More »