Friday , 21 July 2017

FÎÇER

LEŞKERÊN PAQIJIYÊ

_MG_0446

Rodî Hemê: Tê gotin ku carekê li Japonê zarokekî bi aliyê bavê xwe de bazda û got: Bavo, bavo wa xwedanê gemarê hatiye ji bo gemara xwe bibe, bav ji kurê xwe re got: Na kurê min na! Em xwedanê gemarê ne, lê ew hatiye qirêj a me pagij bike. Bêguman ku em hinekî di wateya gotina bav de raman ... Read More »

Nanpêjgeha Miftî

001010233234

Salar Salih: Her sibeh şêniyên taxa Miftî naçar ji xewa xwe yî şêrîn şiyar dibin, û berî didin nanpêjgeha Miftî da ku nanê zikê xwe bidestxînin, nanpêjgeh li orta taxê dikeve, hîn kirîza bidestxistina nan wek arîşeyeke rojane xwe dide pêş, tabûrek dirêj ji mirovan, jin û mêr li pêşiya nanpêjgehê radiwestin, li hêviya ku nanê xwe bidest xînin, hin ji ... Read More »

MAMOSTE RAF’I LI QAMIŞLO DU KARAN DIKE Û PENABER NABE

asdtrwe

Ciwan Nebî: Roj li bazara Qamişlo diçe ava, Raf’i Ismaîl derçûyê zanîngehê û serpereştiyarê civakî di dibistaneke Qamişlo de, bo pêdiviyên jiyanê ji malbata xwe re pêşkêş bike neçer karekî din dike, li bazarê, li ser erebeyekê zêr û zîvên qelp difiroşe. Qerebalixa bazarê, westandina Raf’i, dengê tirimbêlan, tevî bayê rojavayê. Raf’i, bi cilên xwe yên bedew, bi ken, bi ... Read More »

HEVJIYANA WAR Û PÊNÛSÊ

pirooooz1254

Xunav Kano: Xêro: “Xwezî xizan bûma, qena min pirtûk u kovarên kevin li ber deriyê (meştelê) bifrota”. Dema ku mirov ji bajarekî weke Qamişlo be, û ji navçeyeke veşartî û jibîrkirî be, navçeyeke bilind, ku li Rojavayê bajêr dikeve, navçeya ku hevjîniyê bi rojê re dike, bi rengê Birteqalî re, bilindbûnek xweragirtî, her dem bîranînên xwe bi dilsozî himbêz dike, ... Read More »

EM DÊ BIBIN HUNERMEND !!

hunermendw45873437

IDRÎS HISO Dilyar û Dilbirîn, bira ne û cêwî ne, temenê wan îro dike neh sal. Berî ku koçberî Başûrê Kurdistanê bibin li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo jiyana xwe dikirin. Mîna hemû zarokên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê her sibe ji malê berê xwe didan dibistanê, lê ji ber rewşa xerab, ceng, şer, dorpêçkirin û bêkariyê bavê wan ji neçarî ... Read More »

Jin jî xebatkar e

680x365cc-qam-091214-kadin-komunu-kuruldu

Nerîn: Fatîma Teyî, bi vî navî şêniyên gund wê nas dikin, ew jinek e û temenê wê 50 salî ye, ji gundê Besta Sûsê ye, yê girêdayî bajarê Dêrkê li Rojavayê Kurdistanê, ew bi xwe bi rûdêmên kurdî û kincên xwe yên folkilor î koçerî xuya dike. Nîşana wê kirasê wê yî fireh û Kerikê reş e, yê ku gellek ... Read More »

BIÇÛKTRÎN BIZNIZMAN LI KURDISTANÊ

Untitled-1

Idrîs Hiso: Ûmer Sîdo yê ku bi temenê xwe 16 salî ye, ji ber ku mala wî li taxa Şêx Meqsûd li Helebê hat bombebarankirin, û ne girîng e ji aliyê kê ve wek ku Ûmer dibêje, ew ji neçarî ligel malbata xwe bû penaber li Başûrê Kurdistanê, û aniha li kampa Gewîlan akincî bû ye. Cara pêşî ji bêkariyê ... Read More »

Hêmin….şagirtê sirûdbêj

IMG_8032

Ebas Mûsa: Hêmin zarokekî 10 salî ye, ku li gundê Digirê yê girêdayî bajarokê Tirbespiyê li rojavayê kurdistanê dijî, û bi kêfxweşiyeke mezin diçe dibistanê. Dema ez li waneyeke wan amede bûm, fêrî zimanê kurdî dibûn, ku waneyên wan bi giştî bi zimanê Erebî ne, û bi tenê sê waneyên zimanê kurdî di heftiyê de hene. Di rûyê wan de, ... Read More »