Friday , 21 July 2017

GOTARÊN BÎRWERÎ

ZERDEŞTÊ KAL “Di navbera felsefeya jiyanê û yekyezdaniyê de”

zarathustra2

Xweşnav Heso: Hozanyar Zeradeştê kal di jiyana xwe ya ramyarî û jîreyî de li sedema êşê û niyaza bedîtiyê mijûl û raman bû, ta gihişt ku ew li hemberî duyaneya Yezdanî ya beşdar rawestiya ye. Ji hêlekê ve Yezdanê çakiyê –Ehoramezda- û li hêla din Yezdanê bedîtiyê-Ehrîman-e, û ji van her du Yezdanan hêza afrandinê hate peydakirin. Ew her du ... Read More »

CIVAKA SIVÎL SEQET E

IMG_9651

Imran Yûsiv: Zanyarên civakî tekez dikin ku xweseriya civakî zû bi zû nayê guhertin, û demek dirêj jê re divêt ta ku guhertinekê berbiçav tê de diyar bibe. Gellek tişt hene bandorê li avakirina nirxên civakê dikin wek: (Bîr û baweriyên serwerdar, ayîn û ol, sîstema aborî û siyasî) û surişta avahiya civakê (êlî- koçerî-çandinî-pîşesazî-….) kîjan ji van bandora wê ... Read More »

JIN SIMBOLA AZADÎ Û BERXWEDANÊ YE

sdfgfdsd

Nezîha Ebûzêd: Di rêveçûnadîrokê de,  gellek nivîskar û dîroknas rola jinê di jiyanê de dane xuyan. Wek dayik, jin, yar û rêbera miletan jî. Gellek şaristan bi rêvebriya jinê, bûn simbolên hêz û pêşveçûnê. Jinê da xuyan ku ew xwedî biryareke rast e, û dikare serokatiya welatan bike, û beşdariya mêran bike di hemû mijaran de, her wiha di bazirganiyê ... Read More »

Sînor êşa milet giran dike

88613_duvar_1f82282a377a11b96

Cîhad Derwîş: Bi derbasbûna kêşe ya Sûriyayê di sala xwe ya çaremîn de û piştî ku şoreşa wê di van salan de ji şêweyê aştiyane derket û berê wê ji aliyê rêjîma Sûriyayê û hin dewletên navneteweyî û herêmî ve hat guhertin, û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li vî welatî şoreş bi awayekî ne rêxistinkirî çekdar kirin, her wiha ... Read More »

Kirîza Wijdanê

sds3232324

Hey wijdan.. ey xurista Xwedawendane «Rosso» Îsam Yûnis Wergerandin ji erebî: Ciwan Pîr Wijdan ew e yê ku ciyewaziyê dixe navbera xêrxwazî û bedkariyê de û radihêje kirîzan di hundurê xwe de, wek mînak, nakokî di navbera erkan de, erk wek pabendî bi pîvanên civakê, û erk wek pabendiya  yekta bi nerînên xwe yê curbecur re. Ango, kirîz di navbera ... Read More »

Dadmendiya Civakî

dad3456545342345

Xweşnav Heso: Dadmendî yek ji pir mijarên pîroz û belavkirî ye di danûstandin û şêweyê civakê de. Gellek hêl û lay xwe dibînin di nava civakê de, ji ber ku mirov li ku derê hebin, bêguman ew ê xwestekên wan jî hebin. Tevî dahatan ên ku divêtin werin parvekirin, û li vir, ew yek ji wan rêyên ku ew ê ... Read More »

Amûdê Çîrokeke Bêdawî ye

amudesse4454

Zohrab Qado: Dengbêj Garabêtê Xaço wiha li ser zimanê Edûlê hezkiriya Derwêşê Evdî dibêje “ Ez ê li ser girê Amûda şewitî bisekinim, welle doxa teşî ya xwe veşêrim “. Bi rastî jî, jixwe bajarê Amûdê navê xwe ji girê Amûdê wergirtiye û hemû çîrok û nivîs vê yekê tekez dikin. Mehmûd Efendî Elûsîzade di sala (1267 K – 1850 ... Read More »

Şar, Bihar û Meşa Şevê: Şam, Qamişlok û Amed

DSC04472

Ebdelah Şêxo “Tu dê welatên nû nebînî. Wekî din, tu dê deryayan nebînî Dev ji te bernade ev şar/bajar; tu dê li heman kuçeyan bigerî …” Konsantînos Kawafîs Di romana “Reş û Spî” ya Îbrahîm Seydo Aydogan de, wekî gellek malbatên Kurd ên di heyamên salên 90’î yên “janistana artêşa Tirko” de, malbata lehengê romanê “Robîn” neçar dimîne ku ji ... Read More »

Ji ber ku Aştiya Navxweyî pêwîst e, divê bê parastin

IMG_8587

Diyar Hesso: Şer, mirin, wêran, talan, peyv in ku mil bi mil bi navê Sûriyayê re dimeşin. Ji dema qeyrana Sûriyayê ve gellek dîmenên wiha derketine pêş. Şer her bi her kînekê di hundirê hemwelatiyan de çêdike. Lê li herêmên kurdî ango li Rojavayê Kurdistanê, rewş cuda ye. Li şûna şer aştî xwe dide pêş û rê li pêşiya gellek ... Read More »

Nakokî di navbera pêdîvî û bikaranînê de

1888501_665602363488108_6670749436339577023_n

Ciwan Pîr: Mêjoya Hişmendî ya mirovahiyê, nakokî dida xuyan, mîna yasayekê ku hebûna wî bi pêş de dibir. Û ji ber ji hêla her kesî  ve tê zanîn ku jiyan berdewame, rojên xwe bi nakokiyin cuda dest pê dikirin, hem di naverok û hem jî di şêweyê xwe de; li ser hemu astên civakî û yektayî. Hişmendiya mirov bû ya ... Read More »