Ciwan Qado

Di rêya ber bi xewê de heyvek mezin î bi zerikî ketî

dibe cîranê riwê min, pîrekên taxê dehnûkan

nifş bi dû nifşî de li ser radixînin.

Kevirekî kevzgirtî û şayik, hênikbûna delavê çeman

dispêre nefesa min.

Gulek berbero yî zuha sîk a xwe vedide riwê min,

dendikên wê temîniya bêhêvîtiya min e

para Poşmaniya min e;

ez ê ji wan re Lib bi Lib di zembîlê de xwê bikim

û bidim tengala rê.

Qalibekî Kulîçan, riwê min weke şêraniyeke teze

li gor dilê saw û taswasan dibire,

wek nexşekê ji wan ên ku li ser perdên kulînan

û kulîmeka êşê.