
Sîh sal berê û belkî ji vê demê kevintir jî, sûkên gelêrî li bajarê Qamişloyê belav bûn. Di rojên hefetîyê de bi domedarî nêzî 400–500 beste têne dayîn.
Cihêrengîyeke pirr mezin di pêwistîyên malan û kelûpelan de heye. Her firoşerek keresteyên xwe pêşan dide. Çi cilên balê bin, pêwîstîyên malê, alavên kahrebayê hwd.
Her firoşerek li nava van sûkan cihê xwe nas dikin û berdewamî wekû koperatîfekê dixebitin.
Xelk jî serdana van sûkan dikin ji bo peydakirina kelûpelên xwe yên rojane. Sedem jî vedigere ji wê yekê re ku nirxên kelûpelan ên van sûkên rojane ji yên giştî gellekî erzantir e.
Bavê Dara yek ji xudanên besteyên cilên balê ye, ya “Sûka Pêncşemê” ya taxa Kornîş, dibêje: “Ez ne tenê li sûka pêncşemê, lê kîjan roj û li ku derê be, şeveqê ez radibim û karê xwe dikim, xelk berê xwe didin sûkên rojane, ji ber cilên li cem me gellekî erzan in, hindek jî ecêb dimînin ku 3 taq ji nirxê ku li sûka giştî tê firotin kêmtir in. Niha alozîyeke aborî jî heye, nexweşîya “Corona”yê jî belav bûye, lêbelê di demê ku sûkên me dest pê dikin de, rê û rêwanî tê de namîne”.
Yek ji kesên ku rojane serdana sûkên gelêrî dike, Hecî Ehmed e, tîne ziman ku carcaran tişta li sûkên rojane li ya giştî jî belkî peyda nebe û wiha got: “Eger xiradek û firaxek ji mala min re lazim bike yekser berê xwe didim sûka yekşemê (sûka Hetîn), ez dipirsim çima heman kereste û heman cilûbergên li sûka giştî hene li vir jî hene, lê nirxên her yekî ji wana cûda ye! Daxwaza min ew e sûka giştî ya bajêr nirxên xwe biguhere da ku ji şênîyan re guncaw be”.
Dêya Ehmed, jinek 50 salî ye û ji bajarê Qamişloyê ye, dibêje ku ji ber buhabûna nirxê her tiştî li bazara Qamişloyê ye ew berê xwe didin sûkên gelêrî, “Bi Xwedê ev sûk ji me re çêtir in, hema di vê buhabûnê de em dikarin hindek tiştên ku ji me re gerek in ji van sûkan bikirin”.
Li alîyekî din, sûka sebzeyan jî cihê herî bi şop e bo şênîyên bajar.
Wekû diyar dibe nirxê mêwe û sebzîyên bazara Hal û bazarên taxan yên rojane ne wekî hev in, yên taxan nirxên wan bilindtir in, ev gotin a Mizgîn Ebdo, şênîyeke Qamişloyê ku berê xwe dide bazara yekşemê.
Ebdo her wiha dide zanîn ku, nirxê kelûpelên malan û hemû tiştên dinê yên Hal bûhatir e û dibêje: “Li (Sûka Merkezî) ya bajarê Qamişloyê tişt gellekî buhatir in ji ya taxan, lê tenê mêwe û sebze li bazara Hal ji ya taxan erzantir e, ji min nayê ku berê xwe bidim bazara giştî ji ber ku dûr e, tiştên wan jî buha ne, eger ji mêwe û sebzeyan du werqê kêm û zêde ferq nake, ez ê her berê xwe bidim bazarên taxan ku rojane hene”.
Di çarçoveya xebata li bazaran, 28ê nîsana sala 2020an Şaredarîya bajarê Qamişloyê biryar da ku cihê bazara giştî ya mêw û sebizeyan biguherîne.
Bertekên li hember veguhestina vê sûkê gellekî zêde bûn, lê Şaredarîya Qamişloyê ragihand ku armanca wan ji veguhestina vê sûkê ew e hêsankirina hatûçûyîna li nava sûka bajêr e.
Li gorî zanyarîyên şaredariyê zêdetirî 200 dikanên sebzeyan li sûkê hebûn, zêdetirî 150 karkerên bi kirêya xwe ya rojane li nava sûkê dixebitîn.
Berpirsên şaredarîyê dane zanîn ku piştî vekirina sûkê û bi sedema rûbera wê ya berfireh, wê hejmareke din a dikandaran û xudanên projeyên belavkirina sebze û mêweyan sûdê werbigirin.
Lê biryara veguhestinê bû sedema nerazîbûna gellek ji xudanên besteyên mêwe û sebzeyan, ji ber ku ew sûka niha gellekî ji cihê berê dûr e.
29ê hizêrana îsal bazara giştî ya mêwe û sebzeyan hate vekirin, lê hatûçûna ji bo vê bazarê gellekî kêm e.
Şaredariya bajarê Qamişloyê girêbesteke kar li gel 50 xudanên besteyên sûka kevin re girê da, bi heyama 5 salan, hindek ji dikandar û xudanên besteyan ji vê girêbestê bê par man.
Dikandarekî mêwe û sebzîyan Îsmaîl Ehmed ji bo girêbestên ku bi dikanan re hatine dayîn axivî û got: “Girêbest bi gellek dikandar û xudanên besteyan re ji alîyê şaredarîyê ve hatin nivîsîn, ew ji me re ne derd e, lê em çawa vê mesleya rêya dirêj çareser bikin, divê çareyek bê dayîn, sûka niha gellekî dûr e, kes serîkî nade me, yên ku bi salan ji cem min dikirrîn, nema tên bi bahaneya ku cihê me dûr e”.
Di heman çarçoveyê de yek ji xudanên besteyên mêwe û sebizeyan, Mihemed Seîd, dibêje ku sedema nehatina xelkê ji vê bazarê re ew e ku dûr e: “Cihê ku em niha lêne gellekî dûrî xelkê ye, hindek zibûnên me yên taybet jî hebûn, ew niha nema mehê carekê jî têne cem me, xelk berê xwe didin bazarên rojane yên ku li nava taxan in, ev mesele gellekî zirar daye me, em nikarin gazinan ji xelkê bikin, mafê wan e ku li rehetîya xwe bigerin”.
Bi sedema bilindbûna zêde ya dolarê amerîkî, alozîyeke aborî rû daye, nirxên ne guncaw ji kelûpelan û hemû tiştên jiyanî tê bihîstin.
Dibe ku di navbera her bestiyekê û her dikanekê de guherînek di nirxan de hebe.
Li ser vê mijarê şênîyê bi navê Ednan Mîrza dide zanîn ku ne tenê nirxên kelûpelên malê buha bûye, lêbelê hemû pêwîstîyên jiyanî buha bûne û dibêje: “Bi min re çêbûye, demê min qutîyeke goşt ji bazara pêncşemê ya Qamişloyê kirrî bi 500 L.S bû, lê demê min berê xwe da dikaneke nava taxan ji min re gotin bi 1000 L.S ye, ev cara yekem e ku di navbera sûk û dikanê de 500 lîre ferq hebe, pirsgirêkeke mezin e ku sînor ji wan re neyê dayîn”.