
Ji beriya heyvekê ve Encûmena Giştî ya Rêveberîya Xweser biryar dabû ku komîteyeke taybet ji bo nivîsandina girêbesta civakî ava bike. Biryara jinûvedariştina girêbestê, anku peymana civakî, ji alîyê Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ve hate dan. Hate destnîşankirin ku ew komîteya taybet wê ji 30 kesî be û di nava 2 mehan de wê reşnivîsa girêbesta civakî amade bike. Lê tişta herî balkêş ku ev komîte endamên wê tev bi ser Rêveberîya Xweser ve ne, ji encûmenan (ya Sûrîya Demokrat û dadperwerîyê) bigre ta sazî û rêxistinên jin û ciwanan û partîyên siyasî ku berê di nava rêveberîyê de ne. Li vir pirseke girîng xwe tîne ziman, gelo wê çawa destûrekî nû were nivîsandin, anku girêbesta civakî, ku tev endamên wê komîteyê ji alîyekî siyasî ne? Lê ya herî girîng jî ew e radeya pisporîya wan kesên ku hatine destnîşankirin bo vê komîteyê?
Bêguman girêbesta civakî bixwe destûr e ji bo avakirina welatan, şêweya sîstema desthilatê ye û dibe pîvan ji bo yesayî û rewatîya desthilatê. Li gor wê girêbestê ku di navbera milet û desthilatê de ye, van kesan viyana xwe spartine desthilatê, anku rêveberîyê bi rêya nûnerên xwe ku gerek bi şêweyek azad û demokrasî hatibin hilbijartin di sazîyên rêveberîyê de. Ev danasîna zanistî ji girêbesta civakî re ji alîyê pispor û ronakbîrên mîna Jon Lok û Jan Cak Rosso ve hatibû zelalkirin ku li gor wan ew desthilat an jî rêveberî pêwîst e bibe viyan û nûnertîya rast a welatîyan, ku wan bixwe ta radeyekê dev ji hinek azadîya xwe berdane û çarenivîsa xwe bi desthilatê ve girêdane. Ev jî bi mebesta ku ew sazî û dezgeh bibin nûnerên gel da ku mafên wan bi şêweyek destûrî bêne parastin.Â
Ji xwe ew sazîyên hilbijartî li gor girêbesta civakî karê wan dibe danîn û çavdêrîya yasayan û pêkanîna wan ji bo xizmet û berjewendîyên gel-welatîyan, misogerkirina pêdiviyên sereke, aramî, aştî û wekhevî dibin sîwana nirxên jiyana azad û birûmet.
Heger em vegerin van danasîn û ÅŸertûmercên girêbesta civakî bidin ber biryara Encûmena GiÅŸtî ya Rêveberîya Xweser, helbet wê Rêveberîya Xweser nikaribe bi vî karê jinûvedariÅŸtinê rabe bi vê şêweya ku niha heye, ji ber pirr sedeman:Â
- Ev komîteya taybet ji 30 kesî tenê nûnertîya Rêveberîya Xweser dike û bêtir helwest û îdyûlojîya PYDê ye. Alîyên siyasî yên din ên jiderveyî rêveberîyê, sazî û rêxistinên civaka sivîl û kesayetîyên serbixwe tev ne beşdar in, anku viyan û nûnertîya gelê Kurd û pêkhateyên din bi giştî di vê pêvejoyê de peyde nabe. Helbet wê encam jî bikevin bin berjewendîyên beşekî ji miletên devera Bakur û Rojhilatê Sûrîyê/ Rojavayê Kurdistanê.
- Ev komîteya taybet tê hilbijartin (destnîşankirin) li gor pişka partî, rêxistinên xort û jinan û yên civaka sivîl ku bêtir bi ser PYDê ve ne, anku ev komîte li ser bingeha parvekirinê ava dibe, lê ne li ser bingeha pisporî û zanistîyê ye. Lewra wê karê jinûvedariştina girêbesta civakî seqet be û wê nikaribe guhertinên bingehîn li gor berjewendîyên gel-welatîyan tevan teqez bikin.
- Ji dema damezrandina Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve û nivîsandina girêbesta civakî di 2016an de ti lêveger çênebûne li bara girêbestê. Gelo ta çi radeyê ev girêbest pêkhatîye? Helbet şaşî û kêmasî wê gellek hebin, nexasim sebaret dezgehên yasayî, mafên mirovan, girtina siyasî û parastina azadî û nerîna cuda. Weke nimûne, çi kesê tê girtin ta niha ne bi şêweyek yasayî tê birin ji mal an jî ti belge ji asayişê jê re nayê; pêwîst e bi rêya dadgehê ev pêvajo were bikaranîn. Ji bilî wê jî pirr kes tên girtin (hin ji wan karmendên rêveberîyê ne jî) bê sedemên girtinê bête diyarkirin an jî çarenivîsa wan heşkere nakin. Li vir erkê parastina mafê girtîyan jî bikar nayê.
- Hin sazî û rêxistin ku bi rêveberîyê ve girêdayî ne, yan bi Hêzên Sûrîya Demokrat ve ne her ji derveyî yasayê ne. Ti carî ew nakevin bin lêpirsînê û her serbest in bi karê xwe; mîna Ciwanên Şoreşger ku kiriyarên wan ji derveyî rêveberîyê jî ne!
Bêguman girêbesta civakî navnîşana demokrasî û azadîyê ye. Destûr e ji bo parastina mafê hemû welatîyan ku dibe erkê sereke yê desthilatê (rêveberîyê). Loma, eger Rêveberîya Xweser bi rastî dixwaze girêbesteke civakî nû binivîse pêwîst e ku ev kar bi rêya komîteyeke serbixwe ji mafnas, pispor û akademîsîyanan ava bike û ew reÅŸnivîsa girêbestê, li gor berjewendîyên miletê Kurd û pêkhateyên deverê, amade bikin. Hemû sazî û dezgehên dadperwerîyê û yasayê serbixwe bin û ne girêdayî ti alîyên siyasî bin. Whekhevî di bin sîwana yasa de naverok û armanca girêbestê be ku ti kes an jî dezgeh û partî ne di ser yasayê re bin.Â
Ji bilî vê jî, devera Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ku gereke navê wê Rojavayê Kurdistanê be, li gel ku pêkhateyên din li wir dijîn, îro di rewÅŸeke taybet de ye û hawîrdora wê dijmin in. ji rejîma Sûrîyayê, Tirkîyê û rikberîya Sûrî ya girêdayî wê, ÃŽran û milîsên wê û Rûsya ku dixwaze wê deverê bixe bin destê xwe. Ev rewÅŸa han ya hestyar û hebûna Amerîka li devera me, giringîyê dide ku Rêveberîya Xweser gavine sereke biavêje ji bo parastina xelkên devera xwe û ev jî tê bi nivîsandina girêbesteke civakî nû ku xizmeta van xelkan bike, wan biparêze, mafên wan misoger bike û hemû pêdivîyên jiyanê peyda bike ta ku tev bibin xwedîyê deverê û rêveberîyê. Loma pirr girîng e û erkê rêveberîyê ye ku ÅŸertûmercên jiyana rojana ya welatîyan pêk bîne. Weke nimûne, nan û av û karebe pêwîst e ku li ber destê her kesî bin û ti carî nebe minet, mîna rêjîmê ku pê welatîyan iÅŸkence dike. RewÅŸa aborî û çavdêrîya bazaran û bikaranîna yasa ta ku bazirgan bi serbestî nirxê kelûpelan û tiÅŸtên din li gor berjewendîyên xwe nedeynin.Â
Eger tu guhertinên bingehîn çênebin, wê rewÅŸa xelkê deverê kambaxtir bibe û kesên mayî jî wê bar bikin û nasnameya Rojavayê Kurdistanê êdî nema dimîne Kurdî jî.Â